Îro jî hijmareke dîl û girtî têne azadkirin.
Wezîrê berevanî yê Îsraîlê Israel Catts ku, duhê serdana kempa Cenînê kiribû ragihand ku, hêzên wan hem li Cenîn û him jî li çiyayê Hermon ya li Sûriyeyê dimînin.
Israel Catts eşkere kiriye ku, armanc ji mayîna hêzên Îsraîlî li Cenînê ewe daku, Îsraîl pişt rast be ku, careke din teror bo kempa Cenînê venagere û armanc ji mayîna hêzên me li çiyayê Hermon jî ewe daku, ewlekariya Îsraîlê biparêzin.
Ji aliyeke din ve îro dîsa 3 dîlên din yên Îsraîlî têne azadkirin û Îsraîl jî 15 girtiyên Felestînê ku, cezayê hertimî ya girtîgehê li ser wan bû radest dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin