Dezgeha setelita Kurdistanê, dezgeheke ragihandinî û rewşenbirî ya Kurdistaniye, cîhbicîhkarê hizra nîştimanî, netewî, demokrasî, dadmendî û civakiye, ku di dîrokê de di nava piratîk û hizr û ramanên Barzaniyê nemir de xwe nexşandine.

Dezgeha setelita Kurdistan berhema xebata salên dûrûdirêj ya neteweyekî zorlêkiriye ku berê vî ya li azadî û serbestiye, ev dezgeha han amûreke bihêze bo derbas kirina perçîna veqetandinê û hewldanên bêdeng kirin û ew karên têkdan û beruvajî kirinê yên ku derheqê dîroka gelê Kurdistanê de hatine kirin û herwiha nîşandera rûya rastîn  ya demokrasî û mirovdostiya bizava rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê û doza rewa ya gelê Kurdistanê û têkilbûna gelê Kurdistanê li gel civaka mirovatî ya serdemî, li ser esasê bi bingeh wergirtina bingehên dadwerî, bihevre jiyana aştiyane û wekhevî di navbera gelan de.

Peyama dezgehê bihzêtir kirin û pêşde birina ew destkeftên bizava rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê ye ku hatine bidestxistin û bicîh gehandina erkên dîrokî yên bizava rizgarîxwaz û bidest xistina armancên rewa li ser esasê mafê biryar dan li ser çarenivîs û belav kirina federalîzim û hevkarî û dostatiya navbera gelan de. Herwiha red kirina neteweperestî û şovenîzim û dîktatoriyet û mehkûm kirina teror û avakirina civakeke serdemiyane ku bingehên wê demokrasî, mafên mirovan, serweriya qanûn û yeksanî be.

Dezgeha setelita Kurdistanê domkarê ( dirêjepêderê) karwana çandî, xebatkariye ku hevşanê têkoşîna gelê Kurdistanê ye bi tevahiya pêkhateyên olî, etnîkî û çandî ve, herwiha parastina bingehên rewşenbîrî yên pêşkeftiye, ber bi gotarekî nîştimanî û demokrasî yaku li gel çanda hevçerx ya civaka mirovatî de bigonce, çandek ku girêdayî bi bingehên pirrengî, diyalog, azadiya ramanê û azadiya derbirînê, lêbûrîn, qebûl kirin û rêz girtin ji rewa bûna hebûna aliyên hember, dezgeh hewl dide prosesa demokrasî û medenî kirina civaka Kurdistanê û tevahiya wan fakteran bipêş bixe ku derfet bo guherînên civakî çê dikin, heta ku hevşanê karwana şarestanî û nirxên û encamên wan yên ku ji bangewazî kirin bo pêşketin û aştî, berejwendiyên hevbeş û jihev fêm kirinê ye, bipêş bixe.

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.