Qanûna bûdceyê ya serrast kirî têpejrandin

200 parlementer jî daxwaza destpê kirina henarde kirina petrolê dikin.
100%

Duhê Serokwezîr li gel Serokên firakisyonan civiya bû.

Duhê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî li gel Serokên firakisyonên nava parlementoya Îraqê civiya bû û di civînê de nîqaş li ser qanûna serrast kirî ya bûdceyê û destpê kirina şandina petrola Kurdistanê bo derve hatiye kirin.

Di civînê de Sûdanî bi eşkere ji parlementeran re şîrove  kiriye ku, rawestandina henarde kirina petrola herêmê zirareke çiqas mezin daye abûriya Îraqê lewre lazime dest bi henardekirinê were kirin daku, pêşiya vê zirarên han were girtin.

Ji aliyê xwe ve Seroka firakisyona PDK Viyan Sebirî jî ragihand ku, di civînê de hevdengiyeke beş û rêkeftineke baş li ser pejrandina qanûna serrastkirî ya bûdceyê çê bûye û zêdetir ji 200 parlementerên parlementoyê jî daxwaza destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê dikin.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.