Tirkiye dewleteke dagîrkere û lazime ji Sûriyeyê were avêtin

dibêje girîng bo Tirkiyeyê hebûna komên cîhadî û dagîrkirina axa Sûriyeyê ye.
کوردستان TV
100%

Koma dije teror ya nîştimanî ya Sûriyeyê daxuyaniyek belav kiriye.

Koma nîştimanî ya dijî terorê ya li Sûriyeyê bi Serokatiya Zuheyir Alşamî daxuyaniyek belav kiriye û têde rexneyên dijwar li Tirkiyeyê dike.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, Tirkiye, beşek ji axa Sûriyeyê dagîr kiriye, bi rêya komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê dixwaze Sûriye parçe bike û hewl bo bicîh kirina kesên xwe di nava desthilata nû ya Sûriyeyê de dide lewre lazime Golanî û tevahiya kom û aliyên din yên Sûriyeyê hişiyar bin û bi vê metirsiya han bihesin.

Di daxuyaniya han de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, serwerî û îradeya Sûriyeyê bo Tirkiyeyê ne girînge tişta girîng bo Tirkiyeyê dagîr kirina axa Sûriye û hebûna komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ye li Sûriye lewre lazime tevahiya Sûriyan dijî vê yekê rawestin û dawî bi dagîrkariya Tirkiyeyê bihînin û Tirkiye ji Sûriyeyê biqewtînin.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.