Konsulusê Franseyê li gel wezîrê pêşmerge civiya.
Duhê li Hewlêrê wezîrê pêşmerge Şoreş Îsmaîl li gel rayedarên din yên wezaretê pêşwaziya Konsulusê giştî yê Franseyê Yann Braem kirin.
Di civînê de giftûgo derbarê reformên nava wezareta pêşmerge hate kirin û wezîrê Pêşmerge eşkere kir ku, armanca wan ava kirina leşkereke yekgirtî ya Kurdistanê ye lewre berdewamin li ser prosesa reforman.
Her di heman civînê de Konsulusê Franseyê Yann Braem kêfxweşiya xwe ya li hember prosesa reformên nava wezareta pêşmerge diyar kir û ragihand ku, Franse berdewam dibe li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge û prosesa reformên nava hêzên pêşmerge.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin