Li Dêrazorê 33 bermahiyên Basê hatin girtin

heta 10 Sibatê bo wan dem hatiye diyarîkirin.
کوردستان TV
100%

Di 18’ê Çileyê li bajarokê Zîbanê yê gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê komek çete ji berhemên rejîma Baasê êrişî nuqteyên QSD û Asayîşê kirin.

Li gor nûçeyeke ronahitv Şervanên QSDˈê bersiva êrişan dan û şer du rojan dewam kir.

Di encama êrişa komên ji bermahiyên rejîma Bas de zarokek 9 salî şehîd bû.

Herwiha li gorî agahiyan, çeteyan xwestin tevliheviyan li herêmê çêbikin û agahiyên şaş li ser medya dijîtal parve kirin.

QSD’ê ji bo kontrolkirina rewşê qedexeya çûn û hatina ji bo du rojan ragihand û operasyoneke lêgerîn û paqijkirinê da destpêkirin.

Di encamê de 33 endamên bermahiyên rejîma Baas hatin girtin û çekên wan hatin desteserkirin.

QSDˈê muhletek da wan koman ku tevî çekan xwe radest bikin.

Dema muhletê ji 25ˈê Çileyê heya 10ˈê Sibatê ye.

QSD û Asayîş bi piştgiriya şêniyên herêmê xebatên paqijkirina bermanyên rejîma Baas dewam dikin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.