Îro salvegera azad kirina Kobanê ye

roja 26ê Çileyê li cîhanê weke roja Kobanê hate nasîn.
کوردستان TV
100%

Beriya 10 salan xelafeta DIŞI li Kobanê hatin tune kirin.

Beriya di salan di roja 26ê Çileyê de hêzên pêşmerge û şervanên Kurd yên li Rojavayê Kurdistanê karîne piştî çend mehan berxwedaneke bê hempa terorîstên DIŞIê yên ku, êrîşî ser Kobanê kiribû, ji vê bajarê bi temamî biqewtînin û xelafeta DIŞIê li Kobanê tune bikin.

Çûyîna hêzên pêşmerge bo Kobanê netenê bû sedema ji nav birina terorîstên DIŞIê yên li vê bajarê belku, hevdem bû sedema yekgirtî û yekdengiya her çar parçeyên Kurdistanê.

Terorîstên DIŞIê di Îlona 2014an de êrîşî ser Kobanê kirin û di pişt re bi fermana Serok Barzanî hêzên pêşmerge di meha 11ê ya 2014an de derbasî Kobanê bûn û di dawî de roja 26ê Çileyê Kobanê bi yekcarî ji destê terorîstên DIŞIê hate rizgarkirin û roja 26ê Çileyê jî li cîhanê weke roja Kobanê hate nasîn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.