Serok Barzanî: Em amade ne alîkariya Rojavayê Kurdistanê bikin

dibêje Qamîşlo di dilê min deye û hêvî dikim di demeke nêz de serdana Qamîşlo bikim.
کوردستان TV
100%

Serok Mesûd Barzanî diyar kir ku em amade ne alîkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bikin.

Serok Barzanî di hevpeyvînekê de li gel kanala Şems tv da zanîn ku Ehmed Şer (Ebû Mihemed Colanî) heta niha gotinên maqûl kirine lê ew hêvîdar in di paşerojê de ew gotin bibin kiryar.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û hevpeymanên wê di 8ê Kanûna Pêşîn a sala2024an dawî li desthilata 53 salî ya malbata Esedan anîn.

Serokê HTŞyê Ehmed Şer piştî ku dest bi kar kir li ser paşeroja Kurdan a li Sûriyeyê wiha got:

"Kurd beşek ji nîştiman in, wekî me zilm û zordariyeke mezin li wan hatiye kirin, di Sûriyeya paşerojê de dê bibin hevparên sereke û ji îro û pê ve ti zilm û zordarî li wan neyê kirin."

Ehmed Şer, her wiha soz daye ku mafên pêkhateyên din jî di Sûriyeya nû de bên garantîkirin lê civaka navneteweyî bi baldarî li gavên wî dinêre.

Bi taybetî HTŞ hîn jî di lîsteya terorê ya Neteweyên Yekbûyî de ye û berê di bin navê "Eniya Nusra" de beşeke rêxistina El-Qaîdeyê bû.

Serok Mesûd Barzanî li ser pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê ji kanala Şemsê re axivî.

“Divê azarên Kurdan û hemû pêkhateyan bi dawî bibin”

Sero Barzanî rewşa Kurdan a serdema rejima Esed bibîranî û wiha got:

"Kurd li Sûriyeyê rastî erebkirin û çewisandinê hatin û ev ji sala 1962yan ji dema Ebdulhemîd Serac ve heta îro berdewam dike.

Tişta herî girîng ku em ji sîstema nû ya Şamê hêvî dikin ew e ku dawî li van azarên gelê Kurd û hemû pêkhateyên din ên Sûriyeyê bîne da ew bikaribin azadiya xwe bi dest bixin û hest bi rûmet, welatîbûn û mirovahiya xwe bikin.

Di derbarê gelê Kurd ê li Sûriyeyê de, em bangî wan dikin ku rêya diyalogê bigirin. Em ji Şamê jî dixwazin ku taybetmendiya Kurdan li herêmê fêm bike."

Serok Barzanî di beşekî din ê axaftina xwe de li ser statuya Rojavayê Kurdistanê wiha got:

"Ez biryarê ji wan re (Kurdên Rojavayê Kurdistanê) dihêlim ku di nav xwe de li hev bikin û paşê jî li gel hikûmeta Sûriyeyê li hev bikin.

Ez naxwazim şêweya çareseriyê ku ew dê bi kar bînin diyar bikim. Ew in ku divê biryar bidin ka dê çawa li gel Şamê li hev bikin."

Serok Barzanî behsa hevdîtina xwe ya bi Mezlûm Ebdî jî re kir û wiha domand:

"Me dît ku rewş guncaw e û berjewendiyên bilind ên neteweyî dixwazin ku em li gel birêz Mezlûm bicivin.

Bi spasî ew hat û min ew pêşwazî kir.

Me dîtin û ramanên xwe parve kirin; her wiha wî behsa hevdîtina xwe ya li gel birêz Şer ji min re kir.

Xuya ye ku xalên hevbeş hene; nakokî jî hene."

Serok Barzanî: Min şîret li Mezlûm Ebdî kirin

Serok Barzanî amaje pê kir ku wî "şîret" li Mezlûm Ebdî kiriye ku "bêhêvî nebe û xwe ji hemû bandorên derve rizgar bike.

Min her wiha şîret lê kir ku li ser yekkirina gotara Kurdan û helwestê kar bike."

Serok Barzanî diyar kir ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê li paşeroja xwe geşbîn in lê tirs jî heye ji ber ku paşeroj ne diyar e.

Serok Barzanî amje bi bandora PKKyê ya li Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha domand:ç

 "Êdî wext hatiye ku PKK destûr bide Kurd li Sûriyeyê biryara çarenivîsa xwe bidin û dest nede karûbarên wan û dev ji herêmê berde.

Ji ber ku hebûna wan pirsgirêkeke mezin e û hinceteke ji bo destêwerdana Tirkiyeyê ye."

Serok Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê dikare "roleke mezin li Sûriyeyê bilîze."

Li gorî gotina Serok Barzanî ew dikarin di warê yekkirina helwesta Kurdan, handana Kurdan ji bo gotûbêjê li gel Şamê, alîkariya Rojavayê Kurdistanê bikin.

Serok Barzanî her wiha got: "Ne şert e ku ezmûna Herêma Kurdistanê li Sûriyeyê dubare bibe; her beşek taybetmendiyên xwe hene."

Serok Barzanî li ser pirsa “Gelo ew amade ye di rewşa çewsandina Kurdan de li Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê leşkerî ve piştgiriya Kurdan bike, Serok Barzanî got:

"Em hêvî dikin nebe ne em  û ne ew neçarî bikaranîna hêza leşkerî nebin.

Ne tenê Kurd, her mirovek eger rastî zordariyê bê û em bikarin alîkariyê bikin, em dê bê dudilî alîkariyê bikin.

Metirsî heye ku Kurd li Sûriyeyê rastî zordariyê bên lê em hêvî dikin ev yeka çênebe."

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.