Mesrûr Barzanî û wezîrê derve yê Franseyê civiyan

behsa kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatiye kirin.
100%

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Franseyê kirin.

Îro li Davosê Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel wezîrê derve yê Franseyê civiya û derbarê civînê de wisa nivîsand;

Îro li Davosê li gel wezîrê Ewrûpa û karûbarên derve yê Franseyê birêz John Noel Barrow civiyan.

Me behsa têkiliyên dostane yên di navbera Franse û herêma Kurdistanê de kir û spasiya piştîvaniyên berdewam yên hikûmet û gelê Franseyê yên bo gelê Kurdistanê kir.

Di berdewamiya civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî û serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û hewlên ava kirina kabîneya nû ya hikûmetê û girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî kir.

Me ev yek dubare kir ku, herêma Kurdistanê erk û pêbendiyên destûrî yên xwe bi temamî bicîh aniye lewre lazime mafên xelkê Kurdistanê neyên binpêkirin û lazime rêz ji pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê were girtin û mûçe û şayîsteyên darayî yên xelkê Kurdistanê werin şandin.

Di beşeke din ya giftûgoyê de me nêrînên xwe yên derbarê guhertinên li Sûriye û Rojhilata Navîn lihev veguhestin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.