Di nava 12 rojan de herî kêm 15 welatiyên medenî canê xwe ji dest dane.
Êrîşên Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê yên dijî Kurdan li Bendava Tişrînê berdewamin.
Di vê çarçoveyê de Fermandariya giştî ya HSD eşkere kiriye ku, rixmî berdewamiya êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê lê heta niha cîhadî û artêşa Tirkiyeyê nikarîne ber bi bendava Tişrînê ve ti pêşrewiyek bikin.
HSD herwiha eşkere kiriye ku, di nava 12 rojan de jiber êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê herî kêm 15 welatiyên medenî li bendava Tişrînê şehîd bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin