Îran amadeye li gel Amerîkayê danûstan bike

Îsraîl jî dibêje Amerîka vê siyaseteke dijwar li hember Îranê cîhbicîh bike.
100%

Xamneyî jî dibêje Îran ne lawaz û bêhêze.

Li gel destbikar bûna Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump tê payîn ku, aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de berfiretir bibin û di vê çarçoveyê de Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî ragihandiye ku, ewin ku, dibêjin Îran lawaz û bêhêz bûye şaşin jiber ku, Îran roj bi roj bihêztir dibe.

Ji aliyeke din ve duhê jî çend rayedarên Îranî tekez li ser vê yekê kiribûn ku, Îran ne li pey çekên etomiye û amadeye li gel Amerîkayê dest bi danûstandinên nû bike.

ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Amerîkayê jî dibêje karê herî lipêş yê Amerîkayê Îrane û vê Amerîka hewl bo guhertina Îranê bide.

Îsraîl jî dibêje Amerîka û Îsraîl vê siyaseteke gelek dijwar dijî rejîma Îranê cîhbicîh dikin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.