Her du alî tekez li ser bihêztir kirina têkiliyan kirine.
Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê li gel wezîrê hêlbirînê yê Siûdiyeyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro di çarçoveya komcivîna abûriya Davosê de li gel wezîrê Hêlbirînê yê Siûdiyeyê birêz Xalid Elfelah civiyan.
Wezîrê Hêlbirînê yê Siûdiyeyê silav û rêzên xwedan şiko Şah Selman û şahzadeyê cîhnişîn Mîr Mihemed bin Selman gehandine me û tekez li ser xwesteka welatê xwe bo pêşde birina têkiliyên du alî kir.
Rixmî balkêşandine ser têkiliyên dîrokî û kevnar yên di navbera herêma Kurdistan û Siûdiyeyê de hevdem tekez li ser amadebûna herêma Kurdistan ya bo bihêztir kirina têkiliyan li gel Siûdiyeyê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin