Beljîka û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin

Beljîka girîngî bi herêma Kurdistanê dide.
100%

Serokwezîrên Kurdistan û Beljîkayê civiyan.

Îro li Davosê Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Serokwezîrê Beljîkayê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro di çarçoveya beşdarî kirin di komcivîna Davosê de, li gel Serokwezîrê Beljîkayê birêz Alexander DeCru civiyan.

Di civînê de Serokwezîrê Beljîkayê behsa girîngiya pêgeha herêma Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe jî bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyên di navbera herêma Kurdistan û Beljîkayê de diyar kir.

Me jî spasiya hevkarî û piştîvaniyên Beljîkayê kir û li ser pêşde birina hevkarî û hevahengiya du alî bi taybetî di warê bazirganî û abûrî de hemfikir bûn.

Rweşa giştî ya Îraq û deverê, guhertin û pêşhatên Sûriyeyê mijarên din yên civîna me bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.