Bûyer li navçeya Kazimiye ya Bexdayê qewmiye.
Li gor rayedarên ewlekarî yên Îraqê, îro danê sibê zû agireke mezin bi bînayeke bazirganî li navçeya Kazimiye ya li Bexdayê ber bûye.
Rayedarên Îraqî diyar kirine ku, di encama agira han de beşeke mezin ji vê bînayê şewitiye û hêzên hawar hatinê piştî hewldaneke berfire karîne agirê vemirênin.
Her çend derbarê zirarên canî de ti zaniyarî nehatine belavkirin lê tê gotin ku, zirarên gelek mezin yên madî di encama bûyerê de çê bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin