Pevçûnên navbera QSD û cîhadiyan didomin

zêdetir ji 25 tirmbîl û amûrên leşkerî yên cîhadiyan hatine jinavbirin.
100%

Herî kêm 29 cîhadî hatine kuştin.

Fermandariya giştî ya hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD daxuyaniyek derbarê şer û pevçûnên heyî yên di navbera QSD û cîhadiyên Tirkiyeyê li bendava Tişrînê belav kiriye.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, êrîşên cîhadiyan bi piştîvaniya Tirkiyeyê didomin lê hêzên QSD jî bi dijwarî bersifa wan êrîşan didin û di nava du rojên derbasbûyî de herî kêm 29 cîhadî hatine kuştin.

QSD diyar kiriye ku, gelek cîhadî jî birîndar bûne û herî kêm 25 tirimbîl û noqteyên leşkerî yên cîhadiyan jî hatine jinav birin.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.