Komcivîna abûrî ya Davosê îro destpê dike

Serok û rayedarên 134 welatan di komcivînê de beşdar dibin.
100%

Serokwezîrê Kurdistanê jî di komcivînê de beşdare.

Îro duşem 20ê Çileyê li bajarê Davos ya Swîsreyê, 55mîn komcivîna abûriya cîhanî ya bi navê Davosê destpê dike.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî weke salên berê, îsal jî di komcivîna han de beşdare û tê payîn di çarçoveya vê komcivîna han de li gel Serok û rayedarên welatên cîhanê çend civîn û hevdîtinan pêk bîne.

Li gor daxuyaniyên hikûmeta Swîs reyê vê zêdetir ji 3 hezar kes ji 134 welatên cîhanê di vê komcivîna han de beşdar bin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.