Serokê Amerîkayê gotara xwe ya xatir xwestinê pêşkêş kir.

dibêje serkeftina agirbestê ne destkefta Trumpe.
100%

Serokê Amerîkayê Joe Biden ku, vê 20ê vê mehê desthilatê radestî Trump bike axaftina xwe ya xatir xwestinê pêşkêş kir  û di axaftina xwe ya dawî de bal kişande ser serkeftinên xwe yên 4 salên desthilatê.

Lê dilgiraniyên xwe yên derbarê "oligarşiya nû" û "bilindbûna kompleksa teknolojî-pîşesaziyê" anîn zimên.

Biden beriya serokatiya wî ya ku 4 salan ajot biqede bi çend rojan axaftina xwe ya dawî li Qesra Spî kir û “agirbesta li Xezeyê” wekî karekî xwe nîşan da.

Serokê Amerîkayê got ku agirbest li gorî bernameya ku wî meha gulanê pêşniyar kiribû pêk hatiye û ev serkeftina tîma wî ye.

Biden diyar kir ku wan agahiyên pêwîst dane îdareya nû ya ku dê roja duşemê dest bi kar bike û beyî ku navê Trump bide amaje pê kir ku serkeftina agirbestê ne ya Donald Trump e, ya wî û tîma wî ye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.