Serokwezîr li gel şandeke Amerîkî civiya

tekez li ser destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê hatiye kirin.
100%

Behsa rewşa Sûriye û Îraqê hate kirin.

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Amerîkî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Cîgira alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê birêz Victoria Taylor kir.

Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li herêma Kurdistanê birêz Steve Bittner û nunerê taybetî yê Amerîkayê yê bo Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Scott Bowles jî têde beşdar bûn, me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî û hewlên ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta herêmê, guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Îraq û Sûriyeyê kir.

Cîgira alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê tekez li ser girîngiya pêgeh û rola herêma Kurdistanê weke hevbeşeke Amerîkayê kir.

Li ser girîngiya henarde kirina petrola herêma Kurdistanê di demeke nêz de hemfikir bûn jiber ku, ev yek di berejwendiya tevahiya aliyan deye û rawestana henarde kirinê zirareke mezin gehandiye bûdceya giştî ya Îraqê.

Beşeke din ya giftûgoya me taybet bû bi pêwîstiya dabîn kirina maf û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê û di vê derbarê de me ev yek dubare kir ku, herêma Kurdistanê tevahiya pêbendiyên xwe yên di çarçoveya bûdceyê de cîhbicîh kiriye lewre lazime Bexda jî şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê weke pêgeheke federalî û destûrî bişîne.

Rewşa giştî ya Sûriyeyê mijareke din ya giftûgoya me bû û li ser pêwîstiya parastina asayîş û aramiya Sûriyeyê û dabîn kirina mafên gelê Kurd û pêkhateyên din li vê welatî hemfirkir bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.