Serok Barzanî li gel balyozê Kanadayê civiya

Serok Barzanî dibêje lazime aliyên Kurdî li Sûriyeyê yekgirtî bin.
100%


Behsa berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Kanadayê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Kanadayê li Îraqê Christopher Beam kir.

Di civîn de balyozê Kanadayê li Îraqê ragihand ku, Kanada girîngiyeke gelek zêde dide têkiliyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê û berdewam dibe li ser berfiretir kirina têkiliyên han.

Balyozê Kanadayê herwiha jiber serkeftina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî pîrozbayî li Serok Barzanî kir û prosesa han bi proseseke serkeftî û weke mînak bilêv kir.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî spasiya hikûmeta Kanadayê kir ku, di şerê dijî terorê de hevkariya hêzên pêşmerge kiriye û tekez li ser befiretir kirina têkiliyên heyî yên di navbera her du aliyan de kir.

Têkiliyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî, rewşa siyasî û ewlekarî ya deverê û Sûriyeyê, metirsiyên dubare serhildana terorê mijarên din yên vê civînê bûn û derbarê rewşa Sûriye û çarenivîsa gelê Kurd ya li Sûriyeyê de jî Serok Barzanî balkêşande ser dîroka tîje ji karesat û bêpar hêştin ya gelê Kurd li Sûriyeyê û ragihand ku, bo ku, ev tiştên han dubare neyên serê gelê Kurd, lazime aliyên siyasî yên Kurd li Sûriyeyê yekgirtî û hevdeng bin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.