Konsulusê Felestînê xatir ji Serokwezîr xwest

Felestîn têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê bihzêtir dike.
100%

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Felestînê yê li herêma Kurdistanê kir.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Felestînê li Hewlêrê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Konsulusê giştî yê Felestînê li herêma Kurdistanê birêz Nezmî Hizûrî kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe serdana me kiribû.

Me spasiya Konsulusê giştî yê Felestînê kir ku, di dema pîwerdariya xwe de hewl bo bihêztir kirina têkiliyên du alî daye û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Konsulusê giştî yê Felestînê jî rêzdariya xwe ya li hember hevkarî û hevahengiya hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir û tekez li ser girîngiya pêşde birina têkiliyên li gel herêma Kurdistanê kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.