Behsa rewşa deverê û Îraqê kirin.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de li gel Serokê parlementoya Îraqê Mehmûd Meşhedanî civiya.
Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û aliyên federalî hate kirin û her du alî tekez li ser girîngiya bihêztir kirina hevkariya her du aliyan bo çareser kirina kêşeyên heyî li ser esasê destûrê kirin û pêşde birina hevkarî û hevahengiya navbera her du aliyan bi girîng hate wesifkirin.
Serokê herêma Kurdistanê di civînê de tekez li ser girîngiya rola parlementoyê bo bihêztir kirina diyaloga nîştimanî û dabîn kirina dadwerî û wekheviyê bo tevahiya pêkhateyên Îraqê û çareser kirina kêşeyên welat bi taybetî kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.
Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Serokê parlementoyê kir daku, bo serrast kirina qanûna bûdceya 2025an rola xwe bi awayek ku, dadmendî di warê dabîn kirina maf û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê were dabînkirin, bilîze.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin