Tekez li ser pêbend bûn bi destûrê hatiye kirin.
Îro li Bexdayê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê dadgeha federalî Casim Mihemed civiya.
Di civînê de giftûgo derbarê rola girîng ya dadgeha federalî bo çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de hate kirin û her du alî tekez li ser pêbendbûn bi destûra federalî weke çavkaniya sereke ya dabîn kirina maf û dadmendî û parastina mafên tevahiya pêkhateyên Îraqê kirin.
Serokê herêmê spasiya rola girîng ya dadgeha federalî yabo serxistina prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê kir û rola vê dadgehê jî bo parastina prosesa demokrasiyê li welat bilind nirxand.
Di berdewamiya civînê de her du aliyan tekez li ser girîngiya hevkarî û hevahengiya navbera desthilat û dezgehên dadweriyê yên federalî li gel dezgeh û desthilatên dadweriyê yên herêmê kirin.
Bandora rewşa deverê û girîngiya dûr xistina Îraqê ji aliyoziyên li deverê û parastina asayîşa welat mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin