Dibêje Dron jî daye HSD.
Li gor nûçeyeke kanala Meyadîn, hikûmeta Frenseyê piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed li Sûriyeyê, bi mebesta piştîvanî kirina gelê Kurd, biryar daye daku, hêza xwe ya leşkerî û siyasî li Bakûr û Bakûrê Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir bike.
Çavkaniyê diyar kiriye ku, di wan demên dawî de Frense dron daye hêzên HSD û hêzên Frensî şandiye deverên Kurdan û di warê siyasî de jî Franse hewl bo ava kirina hevsengiyek dide ku, têde Kurd xwedan roleke girîng bin.
Çavkaniyê ev yek eşkere kiriye ku, niha Frense hewl bo vê yekê dide daku, basikên nerim yên nava oposîzyona Sûriyeyê bixe nava mecilîsa demokratîk ya Sûriyeyê daku, rola MDS di pêşerojê de zêdetir bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin