Qeyûm bo Şaredariya Akdenîzê hat danîn

hevserokên şaredariyê hatine girtin.
100%

Beriya du rojan Hevserokên şaredariyê jikar hatibûn avêtin.

Piştî ku Hevserokên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan hatin girtin li şûna wan qeyûm hat danîn.

Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan bi hincetên wekî “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Piştî ku Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan hatin girtin, bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li şûna wan qeyûm hat tayînkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeymeqamê navçeya Akdenîze ya Mêrsînê Zeyît Şener wekî qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê kir.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.