Çend biryarên girîng derbarê jîngehê de hatin dayîn

kesên pêbendî rêkaran nebin têne cezakirin.
کوردستان TV
100%

Bi Serokatiya Serokwezîr civîneke taybet hatiye lidarxistin.

Îro bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîneke taybet bo parastina jîngehê hate lidarxistin û di civînê de çand biryarên girîng hatin dayîn.

Di vê derbarê de Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro me gerînendetiya civîneke taybet yabo lêkolîn kirin û venêrîn kirin bo kêşeya qirêj bûna jîngeh û keş û hewayê her du bajarên Hewlêr û Dihukê kir.

Di civînê de me behsa vê yekê kir ku, jîngeh parêzî beşeke girîng ji karnameya hikûmeta herêma Kurdistanê ye lewre lazime ew yek erkê tevahiya me be û lazime jîngeh û xwezaya bedew ya Kurdistanê bi paqêjî ragirtin, biparêzin û paqêj hêştina jîngehê erkê tevahiya aliyane.

Her di civînê de me ew  yek dubare kir ku, parastina tendirostiya welatiyan û jîngeha herêma Kurdistanê û çareser kirina kêşeyên qirêj bûna keş û hewayê bo me gelek girînge û erkê herî lipêş yê hikûmetêye û di wê warî de aliyên têkildar hatine pîwerdarkirin daku, rêkarên pêwîst bo pêşî girtin ji wan sedemên ku, dibin sedema qirêj bûna keş û heway û jîngehê û ceza kirina kesên tawanbar werin stendin û di vê warî de biryar hate dayîn daku,

Yek: Ji îro pêde her rafîneyek ya her kargehek ku, merc û rêkaran cîhbicîh neke û bibe sedema qirêj kirina jîngehê, rastî rêkarên yasayî were kirin.

Du: Pêşiya her rafîne, kargeh anjî welatiyek tê girtin ku, sûtemeniya nebaş ya tirimbîlan berhem tîne anjî biqaçax derbasî Kurdistanê dike û zirarên wê yên tendirostî hene, herwiha lazime sînorek bo şewitandina gaza hawel li rafîneyên petrolê were danîn.

Sê: Lazime xwedanên jeneratorên elektirîkê pêbendî rêkarên hikûmetê bin û filter bo deng û qirêjatiyê deynin û her kesek vê yekê neke li hmeber wî de rêkarên qanûnî têne cîhbicîhkirin.

Çar: Pêşiya bikar anîna ava qirêj bo avdana şînkatî û fikiyan tê girtin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.