Mesrûr Barzanî: Nizîkatiyên Bexdayê li hember herêmê nayên qebûl kirin

dibêje lazime destûr were cîhbicîhkirin.
100%

Îro civata wezîran li gel nuner û rayedarên Kurd yên li Bexdayê civiya.

Îro li Hewlêrê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîneke hevbeş di navbera civata wezîran, Serokên firakiyosyonên Kurdî yên li Bexdayê nuner û rayedarên Kurd yên li Bexdayê civiya û di civînê de nîqaş li ser nizîkatiyên Bexdayê yên li hember herêma Kurdistanê hate kirin.

Di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, reftar û nizîkatiyên sitemkarane û derqanûnî yên Bexdayê li hember xelkê Kurdistanê hene û ev yek jî bi ti awayî nayên qebûlkirin û lazime xelkê Kurdistanê ji vê rewşa han ya dijwar were rizgarkirin.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku, lazime pêdaçûneke nû bo têkiliyên navbera herêmê û Bexdayê were kirin û lazime destûr weke xwe were cîhbicîhkirin.

Mesrûr Barzanî rexne li dadgeha federalî ya Îraqê jî dike û dibêje dadgeha federalî tenê di berejwendiyên Bexdayê de biryaran dide û her dem xwestibe li gor berejwendiyên herêmê beriyarek bide gelek astengî jê re hatine derxistin.

Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê jî kir ku, lazime li hember Bexdayê aliyên Kurdî yek deng û yek helwest bin jiber ku, nizîkatiyên Bexdayê yên li hember herêmê nayên qebûlkirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.