Cebelxaneyên hûsiyan hatin teqandin

duhê bişev Amerîka û Brîtanya êrîşî ser hûsiyan kirine.
100%

Amerîka û Brîtanya êrîşî ser sê parêzgehênYemenê kirin.

Li gor daxuyaniyeke Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî, duhê bişev balefirên cengî yên Amerîka û Brîtanyayê êrîşeke berfire kirine ser pêgehên çekdarên hûsî li sê parêzgehên Yemenê.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, balefirên cengî yên Amerîka û Brîtanyayê êrîşî ser pêgehên hûsiyan li Sena, Hudeyde û Emranê kirine û di encama wan êrîşan de tevahiya cebelxaneyên hûsiyan yên li wan sê parêzgehan hatine jinavbirin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.