Duhê Tirkiye êrîşî ser karwaneke xelkê medenî kiribû.
Li gor çapemeniya Rojavayê, duhê dema karwaneke mezin ya xelkê medenî dixwest biçe Tişrînê bo ku, pêşiya şer û aloziyan bigire, ji aliyê artêşa Tirkiye û komên cîhadî yên Tirkiyeyê ve hatiye bordiman kirin.
Çapemeniya Rojavayê ragihandiye ku, di encama êrîşa han de herî kêm 5 welatiyên medenî û du Rojnamevan jî canê xwe ji dest dane û herî kêm 20 welatiyên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin