Duhê çarçoveya hemahengî ya Îraqê civiya bû.
Li gor zaniyariyên berdest duhê çarçoveya hemahengî ya aliyên şîe li Îraqê civiyaye û di civînê de nîqaş li ser çend mijarên girîng weke zextên Amerîka û Îsraîlê yên bo hilweşandina koma çekdar ya heşda şebî hatiye kirin.
Beriya niha rayedarên Îraqê bi eşkere gotibûn ku, Amerîka ji wan re gotiye ya vê heşda şebî were hilweşandin yan jî vê Amerîka û Îsraîl bi êrîşên xwe wan çekdaran ji nav dibe.
Di civîna duhê de aliyên şîe behsa vê mijarê kirine û biryar dane ku, bi nuneratiya çarçoveya hemahengî Emar Hekîm bişînin Kurdistanê û li gel rayedarên Kurdistanê bicive.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin