Sûdanî diçe Tehranê û rayedarekî Îranî jî li Bexdayê ye.
Piştî gefên Amerîka û Îsraîlê yên bo ji nav birina çekdarên heşda şebî li Îraqê, liv û tevgerên dîplomatîkî yên di navbera Îran û Îraqê de li ser mijara çekdarên heşda şebî zêdetir bûne.
Di vê çarçoveyê de piştî peyama dawî ya Serokê Amerîkayê ya li dor êrîş kirine ser çekdarên heşda şebî, Serokê tevgera hikmeya nîştimanî ya Îraqê Emar Elhekîm ragihand ku, Amerîka bi eşkere ji me re gotiye vê li çekdarên heşda şebî bide.
Herwiha hate zanîn duhê Fermandarê spaha Qudis ya Îranî Îsmaîl Qaanî ku, di dema kuştina Serokê hizbulahê goman dihate kirin hatibe kuştin lê pişt re derket li Îranê girtî bûye, serdana Bexdayê kiriye û li ser hilweşandina çekdarên heşda şebî li gel rayedarên Îraqî giftûgo kiriye.
Ji aliyeke din ve vê roja çarşemê 8ê Çile, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî bo giftûgo kirin li ser heman mijarê diçe Tehranê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin