Di nava sê rojan de nêzî 100 çekdar hatine kuştin.
Navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê ragihandin ku, şer û pevçûnên çekdarî di navbera hêzên HSD û çekdarên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê li Minbic û derdorê bendava Tişrînê berdewamin û di rojên destpêka îsal de şerên gelek dijwar li wan deveran çê bûne.
Navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê herwiha eşkere kiriye ku, artêşa Tirkiyeyê bi dronên xwe êrîşî ser cîhên leşkerî û medenî dike û hêzên HSD jî heta niha çend dronên Tirkiyeyê xistine erdê.
Herwiha cîhadiyên Tirkiyeyê jî bi çekên giran êrîş dikin lê HSD bersifa wan êrîşan dide û di nava wan sê rojên dawî de herî kêm 90 çekdarên Tirkiyeyê hatine kuştin û 16 şervanên HSD jî canê xwe ji dest dane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin