ENKS û Koalîsyon li Qamişloyê civiyan

ji Amerîkayê xwestine mafên pêkhateyan biparêze.
کوردستان TV
100%

Nûnerê Amerîkayê yê Karûbarên Rojavayê Kurdistanê Scott Bowles li bajarê Qamişloyê Ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ziyaret kir.

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif ji çapemeniyê re ragihand ku her du aliyan dawî rûdanên li Sûriyeyê yên piştî rûxina desthilata Beşer Esed gotûbêj kirin.

Yûsif ragihand ku piştî rûxina desthilata Beşar Esed hevdîtinên wan û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DIŞIê (Koalîsyonê) zêde bûne.

Berdevkê ENKS da zanîn ku Amerîkayê di civînê de tekez kir ku pêwîst e aliyên Kurdan hev bigirin û bi yek dengî biçin danûstandinan li gel hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bikin.

Nav hatî eşkere kiriye ku, ew weke ENKS ji Amerîkayê xwestine bo parastina mafên pêkhateyan li Sûriyeyê bixebite.

Divê were gotin ku ev mehek e berdewam şandeyên Fransa û Amerîkayê li gel her du aliyên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê ENKS û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) dicivin û hewl didin ji wan her du aliyan şandeyeke hevbeş a Kurdan ava bikin.

Şandeyên Amerîka û Fransayê çend caran ji aliyên Kurdan re gotiye, divê Kurd bi yek şandeyê li gel hikûmeta demgî ya Sûriyê bicivin û daxwazên Kurdan yek bin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.