Trump hişdarî dide Mihemed Sûdanî

dibêje lazime li Îraqê komên çekdar nemînin.
کوردستان TV
100%

Trump bi rêya nunerê xwe peyamek daye Serokwezîrê Îraqê.

Rayedarekî Îraqî ku, nexwestiye navê wî were eşkere kirin ji çapemeniya Îraqê re ragihandiye ku, Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump bi rêya nunerê xwe peyameke baldar daye Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî.

Ew rayedarê Îraqî diyar kiriye ku, Trump di peyama xwe de hişdarî daye Sûdanî û ragihandiye ku, lazime çek tenê di destê dewletê de be, lazime hêz û komên çekdar bi ti awayî li Îraqê nemînin û herwiha nabe Îraq bi ti awayî destwerdanî di karûbarên Sûriyeyê de bike.

Weke tê zanîn ev çend roje ku, rayedar û Serkirdeyên Îraqî jî qala vê yekê dikin ku, Amerîka ji wan re gotiye vê êrîşî ser çekdarên heşda şebî bike.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.