Malikî: Nexşeya Îraqê ji nûve tê dîzayin kirin

dibêje di demeke nêz de nexşeya Îraqê jî tê guhertin.
کوردستان TV
100%

 

Dibêje Îsraîl dixwaze çend welatên deverê parçe bike.

Serokwezîrê berê yê Îraqê û Serokê hevpeymaniya dewleta qanûnê li Îraqê, Nûrî Malikî derbarê rewşa Îraq û geşedanên li deverê de hişdarî dide.

Nûrî Malikî di gotareke xwe de behsa vê yekê kiriye ku, Îsraîl û Amerîka dixwazin çend welatên deverê parçe bikin û çend welatên nû ava bikin lewre ji Xezeyê destpê kirin, çûne Libnanê û ji Libnanê jî hatine Sûriyeyê.

Malikî tekez li ser vê yekê kiriye ku, rewşa heyî ya li Sûriyeyê beşek ji vê plana hane û di demeke nêz de vê Amerîka û Îsraîl nexşeya Îraqê jî biguherin û ji nûve dîzayin bikin.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.