Rûsye dibêje me 26 dron xistine erdê.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku 26 droneyên Ukraynayê ku li herêmên Rûsyayê difiriyan hatine îmhekirin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat destnîşankirin ku Ukraynayê hewl daye bi droneyên li axa Rûsyayê êrişan li dar bixe.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji aliyê pergalên parastina asîmanî ya Rûsyayê ve 26 drone hatine îmhekirin.
Her wiha hat ragihandin ku ji wan droneyan 10 li Bryansk, 5 li Voronej, 4 li Leningrad, 3 li Smolensk, 2 li Pskov û yek li Kursk yek jî li Belgorodê ketiye xwarê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin