Almanya û Franse tekez li ser parastina Kurd dikin

derbarê Kurd de hişdarî dane rêveberiya Sûriyeya nû.
کوردستان TV
100%

Wezîrên derve yên wan du welatan çûne Sûriyeyê.

Duhê wezîrên derve yên Almanya û Franseyê bi awayeke hevbeş û bihevre serdana Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê kirin û li gel Serokê tehrîr Şam, Ehmed Şeri civiyan.

Di civînan de giftûgo li ser rewşa Sûriyeya nû hatiye kirin û Almanya û Frense ji Şeri re ragihandine ku, Ewrûpa bo xwe dubare organîzekirin û bihêzkirina tevgerên îslamî hevkariya Sûriyeyê nakin.

Ev her du wezîrên han behsa Kurd kirine û ragihandine ku, lazime gerentiyeke ewlekarî û destûrî ji Kurd re were dayîn û cîhê Kurd di nava Sûriyeya nû de diyar û berçav be.

Herwiha tekez jî li ser biîsrarbûna Ewrûpayê bi taybetî Almanya û Franseyê li ser parastina Kurd û berejwendiyên Kurd kirine.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.