Peyama Serokê herêmê yabo sersala nû

Serokê herêmê daxwaza yekdengî û lez kirin bo ava kirina kabîneya nû dike.
کوردستان TV
100%

Bi minasebeta hatina sersala nû ya 2025 ya milady, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya welatiyên hêja yên Kurdistanê dikim, bi taybetî malbetên serfiraz yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman, hêzên navxwe û tevahiya pêkhateyên Kurdistanê, herwiha pîrozbayî li tevahiya gelên Îraq û cîhanê jî dikim. Hêvî dikim sala nû bo tevahiya saleke pir ji aştî, aramî, xêr û xweşî û geşedanê be.

Sala 2024an guhertin û werçerxanên mezin li devera me de çê bûn ku, bandor û astengiyên ewlekarî û siyasî jî li ser rewşa deverê çê kiriye, ev pêşhatên han ji me dixwazin yek deng bin û xwedan hizreke kûr bin daku, bikaribin rûbirûyê wan metirsî û gefên li ser ewlekarî û aramiyê dikin bibin û fêde ji derfetên heyî werbigirin.

Di vê çarçoveyê de daxwaz ji aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê dikim hemû alî bihevre kar bikin bo derbas kirina nakokiyan û bi rihê berpirsiyartiya nîştimaniya hevbeş ber bi pêşerojê ve gavan bavêjin.

Di vê qonaxa han de, bihevre bûn û karê hevbeş rêya yekane ya bihêztir kirina pêgeha herêma Kurdistanê û dabîn kirina mafên me yên rewaye lewre tekez li ser girîngiya lez kirin bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê dikin.

Her bi vê minasebeta han pêbendiya herêma Kurdistanê bi kar kirin li gel hikûmeta federalî û hevbeşên herêmî û navnetewî bo rûbirû bûna asteniyên hevbeş û dîtina çareseriyên hertimî bo kêşeyan dubare dikin. Hevkariya navbera me dibe sedema aramî, aştî û geşe kirina Îraq û deverê û dibe hevkar bo bihevre jiyana aştiyane ya gel û pêkhateyên deverê.

Herêma Kurdistanê li ser daxwaz û wîna dilsozane ya gelê xwe li gel tevahiya pêkhateyan û hêzên nîştimanî xwedan karîne bo derbas kirina astengiyan û berdewam bûn li ser ava kirina pêşerojeke baştir bo nibşên pêşerojê. Bila bi vê hêviya han sala bû bikin derfetek bo karên cidî û bidest xistina xweziyên gelê me.

Sala nû pîroz be

Serokê herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.