Mesrûr Barzanî: Lazime hikûmeta federalî erkên xwe bicîh bîne

dibêje lazime hikûmeteke bihêz û yekgirtî were avakirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr peyameke pîrozbayî belav kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina sala nû ya 2025an peyameke pîrozbayî belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi minasebeta hatina sala nû ya mîladî ya 2025an, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya welatiyên herêmê û tevahiya Kurdistaniyan dikim û hêviya şadî, xweşgozeraniyê û saleke pir ji aramî bo hemûyan dikim.

Spasiya berxwedan û bêhin firehiya xelkê nîştimanperwer û zilimlêkirî yê herêma Kurdistanê dikim ku, mixabin jiber çê kirina kêşeyan û ne şandina şayîsteyên darayî yên mûçexwerên herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federalî ve, mûçexwerên herêma Kurdistanê saleke dijwar ya darayî derbas kirin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê tevahiya erkên xwe bi temamî cîhbicîh kiriye lewre lazime ev kêşeya han di sala nû de bi awayeke hertimî were çareserkirin.

Herwiha hêvî dikin di demeke nêz de giftûgoyên aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê bigehêjin encamê û li ser ava kirina kabîneya nû ya hikûmetê bigehêjine rêkeftinekê bo ku, hikûmeteke yekgirtî, bihêz û seraserî yaku, bikaribe di asta erk û astengiyên niha û pêşerojê de be û bêyî cudatî xizmeta tevahiya pêkhateyên herêma Kurdistanê bike, were avakirin.

Sala nû li tevahiya aliyan pîroz be û hêvî dikim sala aştî, aramî û awedaniyê be.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

31.12.2024

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.