Serok Barzanî sersala nû li gelê Kurdistanê pîroz dike

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala nû ya zayînî
کوردستان TV
100%

bi minasebeta hatina sersala nû, Serok Barzanî peyameke pîrozbayî belav kir ku, ev jî naveroka vê peyama hane;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi minasebeta serê sala nû ya mîladî germtirîn pîrozbahiyê pêşkêş welatiyên hêja yên Kurdistanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.

Cihê xweşhaliyeke mezine hilbijartina Parlemena Kurdistanê li Cotmeha derbasbûyî bi serkeftî hate encam dan û li vê hilbijartinê da gelê Kurdistanê peyam û daxwaza xwe bi zelalî gihand.

 Her li ser vê bingehê jî divê bersîva deng û daxwaziyên xelkê Kurdistanê bê dayîn. Ewe jî li rêya zûtir pêkanîna kabîneya dehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ji bo ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan û bernameyên xwe yên ji bo xizmetkirina xelkê Kurdistanê bi cîh bike.

Tekez li ser wê yekê jî dikin ku pêwîste di çarçêweya destûr û rêkeftinan û bi rêya diyalog û hevahengiya di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, kêşeyên di navbera her du aliyan werin çareser kirin û êdî astengî ji bo mafên xelkê Kurdistanê neyên çêkirin.

Di demek de ber bi destpêka sala nû diçin ku navçeya me di rewşeke hestiyar de derbas dibe. Rûdan û guhertinên Sûriye ji bilî wê yekê bandorê li ser rewşa navçeya me û hevkêşeyan dike, li heman demê de jî derfeteke nû ye ji bo gelên Sûriye ku li rêya diyalog û hevdû têgihiştinê da bingeheke bi hêz ji bo pêkvejiyan û aştî û aramiyê ava bikin. Navçeya me êdî nikare li hember kêşe û tundî û teror û nearamiyê raweste, ji bo wê yekê pêwîste hemû aliyek pişta xwe bi zimanê diyalog û hevdû têgihiştinê girêbidin û înkarî û bişavtina neteweyî û olî dûr bikevîn. Divê hemû aliyek bizanin xwesepandin encama xwe nabe.

Hêvîdarîn di sala nû de aştî û bihevre jiyan li devera me de zal bibe. Ji xwedayê mezin hêvîdarim gelê me ji hemû cûre nexweşî û êş û karesatan bi dûr bixe.

Mesûd Barzanî

31.12.2024

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.