Karmendên dezgehên hikûmetê ji kar der dixe.
Li gor çapemeniya Sûrî, pêşrewiyên artêşa Îsraîlê di nava axa Sûriyeyê de berdewame û di vê çarçoveyê de artêşa Îsraîlê rûbereke gelek zêde ji parêzgeha Quneytre kontrol kiriye.
Çapemeniya Sûrî qala vê yekê kiriye ku, hêzên Îsraîlî karmendên dezgehên fermî yên hikûmeta Sûriyeyê ji kar derdixe û wan dişîne malê.
Weke tê zanîn piştî hilweşîna rejîma Esed Îsraîl ji aliyê başûr û başûrê rojavayê ve ketiye nava Sûriyeyê û heta niha ji bilî bilindahiyên Golanê, gelek navçe û herêmên din jî kontrol kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin