Duhê du balefirên mezin yên qargo gehêştine Eyn Esed.
Rayedarekî Îraqî yê ku, nexwstiye navê xwe eşkere bike ji rojnameya Bexdad Elyûm ya Îraqî re ragihandiye ku, duhê du balefirên mezin yên qargo yên Amerîkî gehêştine navenda leşkerî ya Eyn Esedê li Rojavayê Îraqê.
Ev rayedarên Îraqî diyar kiriye ku, di nava yek ji wan balefiran de çek, cebelxane û amûrên leşkerî hebûne û di nava balefira din de jî hijmareke zêde leşkerên Amerîkî hebûne.
Rojnameya nav hatî li ser zarê çavkaniyê xwe diyar kiriye ku, ev qargoyên han lîwayeke taybet ya şere û bo Sûriyeyê hatiye şandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin