Di nava wan de jin û zarokên Kurd hene.
Li gor çapemeniya Îraqî li navçeya Şêxiye ya ser bi parêzgeha Mîsanê çend gorên din yên bikomî hatine dîtin.
Li gor zaniyariyên berdest, rofatên nava wan goran tevahî Kurdin û kincên Kurdî li ber wan bûne.
Herwiha hate zanîn ku, kesên di nava wan goran de hatine veşartin jin û zarokin.
Heta niha nehatiye zanîn gelo kengî dest bi hildana wan goran tê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin