Bi rêya deriya Welîd gehêştiye Rojavayê.
Li gor jêderên nûçeyan, şandina hêz, pêdiviyên leşkerî û locistîkî ji Amerîkayê bo Rojavayê Kurdistanê berdewame û di vê çarçoveyê de roja 29ê berçile, Amerîka karwaneke din ya leşkerî yaku, ji 50 tirimbîlan pêk hatibû şandiye Rojavayê.
Ev karwana han bi rêya deriya sînorî ya Welîd ji Îraqê derbasî Rojavayê bûye.
Jêderên çapemeniyê qala vê yekê kirine ku, ji bilî ev karwana 50 tirimbîlî hevdem karwaneke din ya leşkerên Amerîkî bi rêya heman deriyê gehêştiye navendên leşkerî yên Amerîkayê yên li Hesekê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin