Ocelan: Ez amademe tiştê dikeve ser milê min pêk bînim

dibêje piştîvaniya prosesa akp û mhp dike.
کوردستان TV
100%

DEM partî naveroka hevdîtina xwe li gel Ocelan eşkere kir.

Şanda Dem partiyê yaku, duhê çûbû Îmralî û li gel Ocelan hevdîtin pêk anî bû, îro naveroka hevdîtina xwe ya li gel Ocelan ji raya giştî re eşkere kir.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, Ocelan eşkere kiriye ku, lazime beriya destwerdaniya derve, kêşeya Kurd bi rêbazên demokratîk û diyalogê di çarçoveya parlementoyê de were çareserkirin û nêrîn û rola opozîsyonê jî lazime cidî were dîtin.

Ocelan herwiha piştîvaniya xwe yabo prosesa nû yaku, ji aliyê Serokê MHP û Serokê AKPê ve hatiye destpêkirin diyar kiriye û gotiye: Ez jî bo çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd amadem tişta dikeve milê min cîhbicîh bikim û daxwazên pêwîst jî ji aliyê têkildar bikin ( mebest pkk)ye.

Ocelan herwiha tekez li ser vê yekê kiriye ku, niha dem dema aştî û demokrasiyêye bo Tirkiyeyê.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.