Dibêje her gav û di her cîhekê de em amadene êrîş bikin.
Serokerkanê giştî yê artêşa Îsraîlê Hertzey Holloway di gotareke xwe de yaku, îro pênceşm pêşkêş kir, hişdarî da Îran û komên çekdar yên ser bi Îranê.
Hertzey Holloway di gotara xwe de diyar kir ku, lazime Îran û komên çekdar yên ser bi Îranê baldar bin jiber ku, dom kirina êrîşên wan dijî Îsraîlê vê encamên gelek nebaş bo wan bi xwe re bîne.
Holloway herwiha diyar kir ku, Îsraîl her gav û di her cîhekê de amadeye êrîşên dijwar bibe ser Îran û komên çekdar yên ser bi Îranê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin