Serokê herêmê  pîrozbayî li Mesîhiyan dike

dibêje berdewam dibin li ser parastina mafên mesîhiyan.
100%

Dibêje emê hertim piştîvaniya wan û mafên wan bikin.

Serokê herêma Kurdistanê bi minasebeta cejna ji dayikbûna Îsa Mesîh peyameke pîrozbayî belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi helkefta hatina Cejna Noelê û ji dayikbûna Hezretî Îsa Mesîh (Silavên Xwedê li ser bin), bi germî û ji dil pîrozbahiyê li welatiyên me yên ezîz yên Xirîstiyanên li Herêma Kurdistanê û Iraqê û li seranserê cîhana xiristiyan pîroz dikim. Hêvîdarim ku cejna aştî û aramiyê be, hemû bêhnvedaneke xweş derbas bikin û ji bo hemûyan saleke tijî bextewerî û serkeftin be.

Bi vê minasebetê, em hemû welatiyên xwe yên Xiristiyan piştrast dikin ku, wek her tim em dê mafên wan biparêzin û ji bo bihêzkirina nirxên me yên hevpar û kûrkirina çanda cihêrengiya olî û etnîkî, pêkvejiyan, hevpejirandin û tolerans a di nav hemû pêkhateyan da berdewam bin. Kurdistan, bi bê cudahî, dê niştimanek û maleke aram ji bo hemûyan bimîne.

Cejn li hemûyan pîroz be, hemû salan bi xêr û xweşî be.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

24.12.2024

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.