Serokê herêmê pêşwaziya Konsulusê nû yê Îranê kir.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê giştî yê Îranê li Hewlêrê Ferameriz Esedî kir.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li Esedî kir û hêviya serkeftinê jî bo xwest û piştgîriya aliyên têkildar yên herêma Kurdistanê bow î diyar kir.
Ji aliyê xwe ve Konsulusê Îranê jî rixmî diyar kirina kêfxweşiya xwe ya li hember destbikar bûna xwe li herêma Kurdistanê, ragihand ku, Îran girîngiyeke gelek zêde bi têkiliyên xwe yên kevnar yên li gel herêma Kurdistanê dide û balkêşande ser xwesteke welatê xwe bo pêşde birina têkiliyan di tevahiya waran de li gel herêma Kurdistanê.
Di beşeke din ya vê civînê de nîqaş li ser rewşa giştî ya li deverê de hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin