Tê payîn ev daxuyanî vê bibe sedema dilgiraniya Îranê.
Pevçûnên li deverê her diçe zêdetir dibe, Îsraîl jî piştî ji nav birina Hemas û Hizbulahê berê xwe da Sûriye û niha rûbereke zêde ji Sûriyeyê kontrol kiriye û Îran û koma çekdar ya eniya berxwedanê ya ser bi Îranê li gel hûsiyên Yemenê gef li Îsraîlê dikin û Îsraîl jî dibêje vê tişta aniye ser Hemas û hizbulahê bîne serê Hûsiyan jî.
Ji aliyeke din ve Îsraîl û Amerîka jî çend caran derbarê komên çekdar yên Îraqî yên ser bi Îranê huşdarî dane Îraqê û rayedarên Îraqê jî ji vê yekê ditirsin ku, Îsraîl êrîşî ser Îraqê jî bike.
Her di vê çarçoveyê de koma çekdar ya Seyid Elşuheda yaku, komeke mezin ya di nava eniya berxwedana îslamî deye û ji aliyê Îranê ve tê piştîvanî kirin daxuyanî daye û ragihandiye ku, jiber çend sedemên navxweyî û navdewletî, êrîşên xwe yên dijî Îsraîlê bi yekcarî û temamî rawestandiye.
Pispor jî dibêjin ev daxuyaniya han nîşaneya perçe bûna eniya berxwedana îslamî li Îraqê ye ku, ev yek jî ne bi dilê Îranê û dibe sedema dilgiraniya Îranê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin