Gelek navendên hûsiyan hatine wêran kirin.
Li gor daxuyaniyeke Fermandariya navendî ya Amerîkayê, şeva derbasbûyî, balefirên cengî yên Amerîkayê êrîşeke berfire birine ser Senaya paytexta Yemenê.
Di daxuyaniya Fermandariya navendî ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku, duhê bişev balefirên cengî yên Amerîkayê êrîşî ser gelek navendên leşkerî, biryargeh, cebelxane, navendên kontrolê û herwiha enbarên çekan kirine û di encama êrîşên han de gelek navend bi temamî hatine wêrankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin