Pevçûnên li Tişrînê didomin.
Êrîşên artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê yên bo ser herêmên Kurdî li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.
Di vê çarçoveyê de di nava 24 seatên derbasbûyî de artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê sê caran bi dijwarî êrîşî ser bendava Tişrînê kirin lê her sê caran êrîşa wan hate şikandin.
Di vê derbarê de meclisa leşkerî ya Minbicê ragihandiye ku, di nava 24 seatan de herî kêm 52 cîhadiyên Tirkiyeyê hatine kuştin û gelek tank û tirimbîlên leşkerî jî hatine jinavbirin.
Ji aliyeke din ve artêşa Tirkiyeyê jî bi dronan êrîşî ser xelkê sivîl dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin